Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliyên Spaha Pasdaran terorîst pisîra berbpirsên vê saziyê bixwe digire

12:01 - 17 Gulan 2022

Mihemed Qa`imî yek ji serdarên Spaha Pasdaran bi tawana belavbûna faîla dengî ya gendeliya fermanderên wê rêkxiravê hatiye binçavkirin.

Pêka raporên hatinî weşandin, Mihemed Qa`imî berpirsê berê yê Heyeta Tesfeya Holdîng Yas a girêdayî Spaha Pasdarana terorîst, bi tawana belavbûna faîla dengî ya gendeliyên fermanderên vê saziya terorîst hatiye binçavkirin.

Ev faîla dengî ya civîna nehînî ya li derheq gendeliyên fermanderên Spaha Pasdaran, dinavbera Mihemedelî Cei`ferî fermanderê Giştî yê wê demê yê Spaha Pasdarana terorîst digel Sadiq Zolqedirniya, cêhgirê berê yê Aborî û Avedaniya Spaha Pasdarana terorîst bû ku bo yekem car di malpera Radyo Ferdayê de hate weşandin.

Di vê faîla dengî a civîna Spaha Pasdaran de ku hatibû weşandin, heta Qasm Sulêmsnî ê terorîst ku Xamnî hemû hewla xwe dida wî weke kutitra aştiyê bide naskirin lê, gendeliyên bê sînûr ên wî jî hatibû behs kirin.

Şirketa Koma Pêşxistina Aborî ya Yas ku bi navê Yas Holdîng tê naskirin, baska sereke ya Weqfa Hevkariya Spaha Pasdarana terorîst bû û rola xezîneya Hêza Quds a Spahê jî dilîst.

Şirketa Yas Holdîng li sala 1396`an bi sedema eşkerebûna gendeliyên fermanderên Spaha Pasdaran û binçavkirina berpirsên vê hate hilweşandin.