
Berdevkê Şêwreya bajarê Urmiyê Husên Penahî daye zanîn ku çend roj beriya niha 7 kes ji birêveberan û karmendên bajarvaniya Urmiyê, bi sedema gendeliya malî ji aliyê damezraveyên çavdêr ve hatine binçavkirin.
Her di vê derheqê de jî, çend roj berî niha, “Vuriya Neimanî” Serperiştê berê yê Bajarvaniya Seqizê hatibû binçavkirin û bilî hisabên xwe çendîn milyon li ser hisaba dayika wî jî hatiye bilokkirin û herwisa 4 kîlo zêr di mala wî de hatiye peydakirin.
Di vê derheqê de “Ehmed Seferî” Berpirsê Peymankariya Bajarvaniyê, “Riza Derwîşî” Cihgirê Bajarsaziyê hatine binçavkirin.
Rejîm gendelkarên ku li asta serê de ne binçav nake û bi binçavkirina hin gendelkarên wiha dixwaze gelek pirsgirêk û gendeliyên mezin veşêre.