
Fermandê “Centcom”ê, Genêral “Mackenzie”, roja Çarşemî 10`ê Hezîranê daye zanîn ku: “Rejîma Îranê mezintirîn gef e li dijî aramî û ewlehiya deverê. Ew rejîme terorîzim û Saziyên terorîstî di warê malî de dabîn dikin.”
Herwisa navbirî daye zanîn: “Rejîma Îranê mirovkujên Esed teyar dike; Bo Husiyên Yemenê çekên pêşketî dabîn dike; Birêveberiya êrîşa ser neftkêşên navnetewî di geviya Hurmozê de dike, û li dijî Erebistana Siûdî û Amerîkayê di Îraqê de çalakî dike.”
Navbirî got: “Rejîma Îranê çalakiyên alozkar di deverê de berfireh dike û mebesta wê lawazkirina ewlehiyê di seranserê deverê de ye. Rejîma Îranê di wan çendîn salan de pareke zêde a samana netewî a welat ku diba terxanê xweşbijîva welatê xwe û xelkê xwe kiriba, berevajî terxanê girûpên girêdayê xwe kiriye.”
Fermandê “Centcom”, Genêral “Mackenzie”, got: “Mumkin e ku rejîma Îranê bikaribe destpêka afirandina aloziyan be, lê Amerîka dixwaze ku dawî çalakiyan xwe li hember kontirolkirina aloziyan bike. Îran baş dizane ku Amerîka amadigiya hemû bertekekê heye.”