Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

General “McKenzie”: Di hegera şikesta danûstandinan digel Îranê, em bo bijardeya leşkerî amade ne

18:40 - 25 Çirriya paşîn 2021

General “Kenneth McKenzie”, Fermandeyê Stada Fermandehiya Navenda Amerîka, di hevpeyvînek nû de daye zanîn: “Di hegera şikesta danûstandinên navkî ên  digel Îranê, hêzên me bo bijardeya leşkerî ya bihêz amade ne”.

General “Kenneth McKenzie” li hevpeyvînekê digel rojnameya “Time” ya Amerîkayê gotiye: “Serkomarê me gotiye ku Îran nabe çeka navkî hebe. Birêvebirina vê yekê destê dîplomatan de ye, lê bi danan fermanê, Fermandehiya Navendî hertimî terhên cur bi cur hene ku em dikarin wan bi rê ve bibin”.

Qirar wisa ye ku danûstandinên Bercamê ji hefteya tê bê destpêkirin, lê Amerîkayê gotiye ku bi bimbest gihîştina hevkariya Ajansa Navnetewî a Vizeya Navkî û Îran, bo berdewamiya meşa danûstandinê, nişaneyek baş nîne.

Welatên Rojavayî ji berdewamiya meyandina Uraniyom di Îranê de zêde nigeran in.

General “Kenneth McKenzie” di vê derheqê de gotiye: “Îran gelek kêm maye ku bi bombeya navkî bigihe”.

Nêzîkbûna rejîma Îranê bi bombeya Navkî welatê Îsraîlê jî gelek nigeran kiriye û her lewma di çend rojên derbasbûyî de wî welatî 1.5 milyard Dolar bo encamdana operasiyonên leşkerî li dijî Îranê terxan kiriye.