Dadwerê Dadgeha Pêdeçûna Rêkxirava Netewên Yekgirtî li welatê “Siyêralêonê”, “Geoffrey Robertson” di civînekê de û bi amadebûna heyeteke dîplomat û bisporên mafên mirov, îşare bi rola Îbrahîm Reîsî di îdamkirina girtiyan de kir.
Pêka rapora nûçegihaniya “ARAB NEWS”, “Geoffrey Robertson” di wê civînê de ragihandiye: Rola Reîsî li kuştina girtiyên siyasî li sala 1988an de bi wateya tawanbarbûna wî li encamdana cinayet li dijî mirovahiyê ye û niha ev cinayetkarê navnetewî, Serkomar e”.
“Geoffrey Robertson” ku lêkolînên berfireh û hûr li ser kuştina girtiyan li sala 1988an di Îranê de kiriye got: “Reîsî û karbidestên dadweriyê di du qonaxan de girtiyên siyasî kuştine”.
Herwisa ‘Geoffrey Robertson” ragihand: “Saziya Netewên Yekgirtî divê rûbirûyê wê rastiyê bibe ku yek ji welatên endamê wê saziyê ji aliyê cinayetkarekî navnetewî ve bi rê ve diçe”.
Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Hekî demekê “Îbrahîn Reîsî” ji Îranê derbikeve, her welatekî demokratîk pêka yasayên xwe, îzin û mafê wê yekê heye ku wî binçav û dadgehî bike”.