Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gerek Sipaha Pasdaran jî here nava lîsteiya girûpên terorîstî ye

20:52 - 21 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Kovar “Hîl” a girêday bi kongireya Amerîkayê ragehand ku, êdî dema danîna navê terorist e li ser Sipaha Pasdarên Komara Îslamî.

Kovara navbirî serbarê beşdariya pan û berîn a hêzên Komara Îslamî di şerê Sûriyê de û piştevaniya vê hêzê ji Beşar Esed radigehîne ku, wezareta xezanedariya Amerîkayê di sala 2007’an de hêza Quds a ser bi Sipaha Pasdaran weke hêzeke terorîstî da nasîn û sipaha Quds jî destek bihêz a Sipaha Pasdaran e li derveyî sînorêb Îranê de û di herêmê de aloziyê çê dikin û ewlehiyê kêmreng dikin.

Belavoka “Hîd” dibêje êdî dema vê yekê hatiye ku Amerîka ferqûcudahiyên nerast berçav negire û nave terrorist ê li ser tewahiya pêkhateya Sipaha Pasdaran danê.

“Hîd” vê pêşniyarê di demekê de dixe ber bas ku heya niha Amerîka û wezareta derve ya vî welatî, heya niha çavên xwe liser rastiyên qada Rojhilata Navîn û danîna navê terorê liser Sipaha Pasdaran ku Sipaha Quds jî tenê beşek e ji vê sipahê, girê daye.