
Qasa ji dayîkbûnê ji qasa mirin an derketin ji bajarê Çaldiran a girêdayê parêzgeha Urmiyê, kêmtir bûye û hejmara kesên ku di wî bajarî dijîn daketiye ku sedema serekî, rewşa xirab a jiyan û aboriyê ye.
Roja Şemî 5ê Kanûna pêşîn, nûnerê meclisa rejîma Îranê yê Mako, Şot û Çaldiranê, “Mihemed Elîpûr” ragihandiye: “Mixabin nirxa geşeya nifûsê li Çaldirnê nerênî ye û derkevtina ji bajar û gundên derdora wî bajarî bo bajarên “Xoy û Urmiyê” bi sedema aboriya lawaz, zêdetir bûye.
Herwisa navbirî got: “Çaldiran yek ji bajarên herî bêpare Îranê ye”
Bajarê Çaldiranê ku nêzî sînorê Tirkiyê ye dikarî bibe navenda dahat û pêşketina aborî lê berpirsên çewtekar û diz, bazar û ticaret qurix kirine û piştî belavbûna vîrûsa Koronayê jî, rewşa xelkê bêpar û hejarê Çaldiranê xirabtir bûye.
Tevî ku xelkê wî bajarî bi sedema nebûna dahatê ji wî bajarî derdikevin, bi sedema şikesta aborî û bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê, pêkanîna jiyana hevpar û bûn bi xwediyê zarokan, xwe diparêzin.