Amara 6 mehan û qasa danûstandinên ticareta Îranê hatiye belavkirin û pêka wê amarê, Îran rastî geşeya nerînî ya ticaretê hatiye.
Pêka wê amarê, ticareta Îranê 30 milyard û 400 milyon Dolar bûye ku 13 milyard û 500 milyon Dolar firotin bo derveyê welat û 16 milyard û 700 milyon Dolar kirîn ji derve bûye.
Malpera deng û rengê rejîma Îranê belav kiriye ku, geşa nerênî ya ticareta her welatekê demekê diqewime ku şandin ji kirînê kêmtir be.
Ew welatên ku zêdetir bo derveyê welat firotin hene, aboriya wan jî pêşkevtîtir e û nîşana vê yekê ye ku ew welat zêdetir pişt bi berhemên navxweyî girêdidin.
Îran bi sedema dorpêçên Amerîkayê, nikare bi qasa hewce berhemên xwe bo derve bişîne.
Îranê di warê aborî de, zêdetir pişta xwe bi firotina neftê girêdaye, firotina nefta wî welatî bo derve, bi qasekî berçav daketiye û Îran rastî krîzên aborî hatiye.