Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gihandina av bo bajarên Bîcar û Hesen Abada Yasûkend hewcehî bi bûdceyeke zêde heye

11:44 - 5 Tebax 2021

Bajarê Bîcar û  Hesenabada Yasûkend di parêzgeha Sinê de hewcehî bi gihandina avê heye, ku divê bi rêya danîna zêdetir ji 140 kîlometran boriyên avê bo wan deveran, ava wan bê dabînkirin, ku hewceyî bi 1,700 milyard Tumenî heye.

Gihandina ava avbenda “Siyazax”ê bi rêya danîna 142 kîlometran boriyên avê bo bajarên “Bîcar û Hesen Abada Yasûkend” û 130 gundên girêdayê wan bajaran, projeyek e ku hewcehî bi bûdceya 1,700 milyard Tumenî heye, ku hewcehiyeke lezgîn ya xelkê wan deveran e ku rastî kêmaviyê hatine.

Bajarên Bîcar û Hesen Abada Yasûkend û 130 gundên girêdayê wan bajaran tevî ku tûşî pirsgêka kêmavîyê bo vexwarinê hatine, rastî nebûna avê bo werzîriyê jî hatine.

Pêka amarên belavbûyî, bi tenê %10 a erdê parêzgeha Sinê avî ye û eger ev proje bi tevahî bê cîbicîkirin, dê 96 hezar hiktar zewiyan avdêrî bike û erdê avî yê wê parêzgehê dê bigihîje bi %24.