Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giraniya kelûpelê xwarinê pêsîra xelkê Îran û Kurdistanê girtiye

10:24 - 8 Çirriya paşîn 2021

Nirax kelûpelên xwarinê bi awayek berçav di Îran û Kurdistanê de bilind bûye û hin kelûpelên xwarinê yên wekî rûn 80 ji sedî bilind bûye.

Rûnê şil yê 900 gremî, ku sala par 10 hezar Tumen bû, îsal gihaye bi 18 hezar Tumenî û bi vî awayî nirxa wî 80 ji sedî bilind bûye.

Yek din ji tiştên xwarinê ku “nûşabe” ye nirxa wê 100 ji sedî bilind bûye. Piştî nûşabê, nirxa şiker 80 ji sedî, hişkedan ên wek maşe û nok û lepe %50 bilind bûne.

Ji aliyek din nirxa masiyên “Qizil Ala” bi %40 bilind bûye û rekurda xwe ya giraniyê tomar kiriye.

Di vê derheqê de Birêveberê Ofîsa Başkirina Kalîte û Geşeya Bazara Saziya Şîlat “Gulşahî” daye zanîn: “Nirxa masiyên Qizil Ala 40 ji sedî giran bûye û eva jî rekurda giraniyê bi navê xwe tomar kir”.

Navbirî sedema giranbûna masiyên Qizil Alayê “hişksal”î daye zanîn.

Bi vî awayî nirxa hewcehiyên jiyana xelkê roj bi roj di Îran û Kurdistanê de bilind dibin û xelkê qata hejar û heta qata nivîncî jî şiyana kirîna wan nîne û rastî pirsgirêkan hatine.