
Kurdistanmedia: Di encama giraniyê û kêmiya tiştên xwarinê roj bi rojê civaka Îranê zêdetir siyastên rejîmê rexne dike.
Pişî vê rewşa xirab ya aborî ku encama siyasetên dijminkarane û dijîgeliyane ên rejîmê ne, rojane xelk digel kêşe û kêmasiyên di kirîna tiştên xwarinê berbirû dibin, û rejîm jî bona bêdengkirina xelkê riyên curbicur diceribîne, lê heta niha jî tu yek ji wan riyan nekariye asta nerazîbûna civaka Îranê kêm bike, yan jî kêşeyekê çareser bike.
Yek ji wan ew e ku di supermarketan de, tiştên xwarinê cîrebendî kirine, yanî her malbatek dikare li gora vê pişk-pişkkirina ku hatiye kirin, mewadên hewce yên xwarina rojane bikirin, bona vê ku hem ew tişt di bazarê de kêmser nebin, hem jî girantir nebe.
Lê gellek zehmet tê dîtin ku rayedarên destpîs ên rejîm bi vê sanahiyê bikarin kêşeya kêmiya mewadên xwarinê û giraniyê çareser bikin.
Her wisa rayedarên rejîma Îranê bona bêdengkirin û hêvîdarkirina xelkê bi siberojê mînakên curbicur didin, û dibêjin bo mînak welatekî wekî Yemenê, serbarê vê rewşa heyî, û birçîbûna wan, lê ber xwe didin û dengê nerazîbûna xwe bilind nakin. Yan jî bas ji giraniyê û rewşa xirab ya di warê peydanebûna kelûpelên xwarinê di salên 20`î ên Rojî de dikin û bi van siyasetan dixwazin rewşê aram bikin.
Xelkê bêçare ku rastî van hemû kirîzan hatiye, ne diyar e ku wê çawa bikarin bi birçîtî vê rewşê tab bikin, di demkeê de ku rayedarên ku wan hêvîdar dikin, berîkên wan tejî ne, û zikê wna û zarokên wan jî têr e.