
Kurdistanmedia: Di encama giraniya rojbirojê zêdetir de, kêşeyên di nava malbatê de jî zêde dibin.
Serokê Komîsyona Civakî ya meclisê di gotûbêja bi malpera “Tabnak” re ragehand: Digel vê rewşa aborî ya ku hatiye pêş, şiyana kirîna kedkaran û karsazan û di rastî de, hemû xizmetkar û karsazan, û hemû hiqûqwergiran gellek kêm bûye.
Selman Xudadadî serokê Komîsyona Civakî ya meclisê ragehand: Hinek kes serdana me dikin, û radigehînin ku şeş heyv in me goşt nexwariye, û yan jî çend meh in, ku me birinc nedîtiye. Di rastî de tu kes nikare bi hiqûqê 1 milyon û 100 hezra Tûmenî kelûpelan bikire, û domandina vê pêvajoyê, dibe sedema pêkhatina hinek xisarên civakî di nav civakê de, ku kêmtirîn xisara civakî, dikare bêbaweriya bi berpirsan be. Serbarê van xisaran dikare gellek xisarên din jî li pey xwe bîne.
Navbirî zêde dike ku wan hinek amar di ber dest de hene, ku nîşan didin piştî kêşeyên aborî encamdana xirabkariyan jî zêde bûye. Herwisa ji hev cudabûna jin û mêran sê caran zêdetir bûye. Bêguman ji wa xirabkariyên me bas kirin, dizî û tundûtîjiyê jî bi xwe ve digre.
Serbarê vê ku rayedarên rejîma Îranê ji aliyekî ve zextê dixin ser xelkê, da ku li hemberî vê rewşê de bêdeng bin, û ji aliyekî din ve jî dixwazin xelkê hêvîdar bikin, lê em dibînin ku rewşa aborî û civakî rojane ber bi xirabiyê ve diçe, û zehmet e ku ew rayedarên gendel û dijîgel bikarin bi van siyasetên xwe rewşê kuntrol bikin.