Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girê hişka bercamê herwisa newekirî dimîne

13:26 - 1 Nîsan 2022

Di demekê de ku rejîma Îranê wisa dide xûya ku di dawî ciwîna bercamê deye, lê bi berewajî aliyên Ewropayî û Amerîka, radigehînin ku herdem egera rawestan û bêencambûna bercamê be.

Roja 31ê Adarê eşkere bû ku di rûniştina herî dawî a bercamê de, Amerîka mercekî dinê bo rejîma Îranê diyarî kiriye ku hekî desta ji pirsa dosye ya kuştina Qasim Silêmanî bikêşe, ev jî dê razî bin ku sipaha pastaran di nava lîstê terora Amerîka de derêxin.

Ji aliyekî dinê jî hevdem digel rûniştina bercamê, Amerîka dorpêçên zêdetir xistine ser kes û şirketên girêdayî bi rejîmê û rejîma Îranê jî ew dorpêç bi astenga ber pêşxistina bernamên Mûşekiye xwe dane zanin.

Ew mercê nû yê Amerîka li derheq dev jê berdana perwenda tolhildana Qasim Silêmanî dikare bibe sedemê bê encam mana Bercamê, çimku wisa tête zanîn renge rejîma Îranê li ber raya navxwe be jî , nekare wî mercî qebûl bike.