Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girêbesta 25 sale ya di navbera “ Îran û Çîn”ê de bandora nerênî dixe ser Îranê

16:56 - 28 Adar 2021

Roja Şemî 27ê Adarê, girêbesta hevkariyê ya 25 sale di navbera welatê “Çîn û Îran”ê de ji alityê Wezîrê Derve yê Îranê “Cewad Zerîf” digel Wezîrê Derve yê Çînê “Wang Yî” hate wajokirin.

Ew girêbeste di torên civakî de bertekên cuda li pey xwe ve anîn û bi wê sedemê ku pêka ew girêbesta hemûalî, Îran di warên wekî “stratîjîka siyasî, aborî, bazirganî û ewlehî” vediçe bin desthilata Çînê de û heta welatê Çînê dikare 5 hezar hêzên ewlehî yên xwe di axa Îranê de cihgîr bike û di beşa kirîna “neft û gaz û berhemên pêtrokîmî” de jî, Çîn bi %32 wan ji Îranê dikire û heya 2 salan mafê direngperedan bi Îranê re heye.

Ew girêbeste bertekên zêde yên xelkê Îranê di nav torên civakî de li pey xwe ve abiye û piraniya bikarhênerên torên civakî yên Îranî dane zanîn ku “berpirsên Îranê dixwazin bo berjwendiyên xwe axa Îranê bifroşin”.