Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” girêbesta li derheq rewşa awarte ya Lubnanê ya li derheq şandina çek û teqemeniyan ji aliyê Îranê ve bo Hizbulahê demdirêj kir.
Roja Pêncşemî 28`ê Tîrmehê “Joe Biden”, bi nivîsîna nameyekê bo Kongreya wî welatî, bi demdirêjkirina girêbesta li derheq zalbûna Hizbulahê li ser desthilatdariya neteweyî ya Lubanê de, rewşa Lubnanê awarte ragihand.
Serkomarê Amerîkayê di vê nameyê de nivîsiye, bi sedema şandina çeq û temeniyan ji aliyê rejîma Îranê ve bo Hizbulahê, desthilatdariya neteweyî ya Lubnanê ber bi lawaz bûne ve diçe û hewce ye ev girêbesta bê demdirêj kirin.
“George W. Bush” serkomarê berê yê Amerîkayê, di sala 2007`an de, li pey bihêzbûna girûpa Hizbulahê ya şî`e meseba ya girêdayî rejîma Îranê, ji ber şandina çeq û teqemeniyan ji aliyê rejîma terorîstperwera Îranê bo vê girûpê, bi girêdana vê girêbestê rewşa Lubnanê awaret îlan kiribû.
Hêjayê behskirinê ye ku birê ve çûna vê biryarê di demekê de ye ku, welatê Lubnanê digel kirîza tund ya aborî rû bi rû ye, û herwisa pêka gotinan di heyama 170 salên derbasbûyî de heta niha rewşek wiha bo Lubnanê nehatiye pêş.