
Kurdistanmedia: Navendên Nûçegihanî û medyayên cîhanî, bi rengekî muhim bas ji girevigirtina seranserî ya Kurdistanê dikin.
Piraniya nûçegihan û medyayên cîhanî di raportên cuda de bas ji dengdaneveya gireva seranserî ya Kurdistanê ya li roja Çarşemî rêkefta 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) dikin.
Ev nûçegihanî û medyayên cîhanî bi belavkirina wêne û komek twit ên, ku ji aliyê xelkê ve ji bo van hatine şandin, di rûpelên fermî yên xwe de bas ji dengdaneveya vê girevê dikin, ji bo mînak: Nûçegihaniya “Dengî Amerîka”, “BBC”, “Radio Zamaneh”, “Radio Farda”, “DW”, û KAYHAN LONDON…wdh.
Roja Çarşemî rêkefta 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) xelkê Kurdistanê bi pêşwazkirina li bangeşeya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê hatin, û di gireva seranserî ya di bajarên Kurdistanê de bi armanca dubare “Ne”gotin ji rejîma Îslamî ya terorîst a Îranê re, û di bin silogana kempêyîna “li malê dernakevim heya kirameta neteweya xwe biparêzim” girev girtin.
Xelkê bajarên Kurdistana Rojhilat, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên “Zanyar û Luqman Muradî” û “Ramîn Husênpenahî” di girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê, û hevdem çend demjmêran piştî wê, êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baregeh û kemp û cihê akincîbûna malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat ku, şehîdbûna 15 kesî û birîndarbûna aliyê kêm 40 kesên din li pey hebûye, û bi darxistina deriyê dukan û bazaran û herwisa bi derketina li malên xwe, dest bi gireva seranserî kirin.
Girevigirtina seranserî ya Kurdistanê, ya roja Çarşemî, nîşanda nerazîbûnekê bû li hemberî rewşa niha ya rejîma Îslamî ya Îran û ne gotin a du carî ya bi desthilatdariya vê rejîmê ji aliyê xelkê Kurdistanê bû, û tevî givaşên rejîmê û navendên serkutkar derheq vekirina deriyê dukan û şikandina girevgirtina van, îradeya bihêz ya neteweya Kurd serkevtî bû.