
Kurdistanmedia: Gireva seranserî a mamostayên bajarên Kurdistan û Îranê, destpê kir.
Roja Yekşemî 12`ê Reşemeha 1397`an(2`ê Adarê), piştî belavbûna daxuyaniya Şêvra Hevahengî a navendên sênfî yên mamostayan bo girevgirtina seranserî ya, mamostayên Îran û Kurdistan, li bajarên coda, bi awayekî berfirehtir li du demên berê, dest avêtine bi girevê, û daxwaza bidestveanîna daxwaziyên xwe dikin.
Ev silogan û daxwaziyên ku mamosta di van girevan de bas jê dikin wiha ne:
Xwendin û nivîsîna bi zimanê Dayîkê mafê her mirovekê ye, birêvebirina taya 30 a yasaya bingehîn, girtîgeh ne cihê mamostayan e, perwerdehiya bê beramber mafê zarokane, û em daxwaza cîbicîkirina mafê gundiyan dikin” û herwisa çendîn daxwaziyên din yên girevgirtiyan bi awayekî berfireh di bajarên wekî, “Seqiz, Sine, Kirmaşan, Merîwan, û herwisa parêzgeh û bajarên din yên Kurdistanê hatine lidarixstin.
Roja Yekşemî 1`ê Reşemehê Şêvra Hevahengî ya Navendên sênfî yên mamostayên Îranê, bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji mamostayan kirine, da ku bi sedema werinegirtina heqdestê xwe, di rojên 12,13 û 14`ê vê mehê, xwe bo çûna polên xwendinê biparêzin.
Ev xalên ku hatibûne bas kirin wiha ne, “azadiya çalakvanên sênfî yên mamostayan, daxstina hemû dosyên di vê pêwendiyê de, vêdedana hemû berbestên yasayî bo çalakiyên fermî û azadkirina mamostayên seranserê Îranê, û dabînkirina parek ji heqdestê li Bodceya sala 1398`an bo beşa perwede û hînkirinê, wekhevîbûna heqdestê mamostayên xwenenişîn.
Her di vê pêwendiyên de, mamostayên Kurdistanê piştî ,
bangeşeya Şêvra Hevahengî ya navendên sênfî yên mamostyayên Îranê, ku di nerazîbûnên Reziber û Xezelwerê de, gireva seranserî lidarixistinbûn, û di encamê de jî, çendîn mamosta jî ku tenê daxwaza mafê rewa yên xwe kiribûn, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine desteserkirin.