
Kurdistanmedia: Di Îranê de kedkarên piraniya karxane û kompaniyan dest avêtine bi girevê.
Li gorî raportên ku hatine belavkirin, di Îranê de kedkarên karxane û kompaniyayên wekî, karxaneya Nêyşiker a heftepe a girêdayî bajarê Xozistanê, kedkarên kompaniya 6 rêyên Mêtro a bajarê Tehranê, û kedkarên karxaneya Pola ya bajarê Ehwazê, dest avêtine bi girevê.
medyayên navxweyî yên rejîmê, sedemên wan nerazîbûnan wekî, kêmbûn û nedana heqdestê kedakran, bîme nekirin, û li ser kar derxistina kedakarana bi bê sedem, û herwisa dana soz û qewlan ji aliyê berpirsên kompanî û kaxaneyan, ku tu demî nayên cîbicî kirin ragehandin e.
Li gorî raporta malpera “Urdo ya Kar”, di civîna hevpar ya şêvra dabînkirinê ya parêzgeha Xozistanê û nûnerên kedkaran ê birêveberên karxaneyan, wisa hate hesabkirin ku, heqdestê kedkaran di nîveka her mehê de bê dan, lê kedkaran heya niha tu pereyek werinegirtine û ev jî neçarbûne dîstan dest bavêjine bi girevê.
Li gorî raporta Saziya Dabînkirina Civakê, dehata zêdeyî %80 ji kedkaran di Îranê de kêmtir ji Yek milyon û 400 hezar Tûmenî ye, û %90 ji kedkaran dahata kêmtir ji 3 milyon Tûmenî hene.
Niha rewşa dahata jiyana kedkaran di Îranê de, bi awayekî ye ku, meclisa şêvra Îslamî neçar bûye wekî demên destpêka şoreşê, qupîna li ser xelkê de parve bike.