
Kurdistanmedia: Di berdewamiya girevgirtina kedkaran de, bi armanca li berçavgirtina maf û wergirtina heqdestê, kedkarên kompaniyaya pêymankar ya riya di navbera bajarên Seqiz-Bokan de girev giritin.
Li gorî nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, kedkarên wê pirojeyê di encama wernegirtina heqdesta 5 mehan, dest dane bi nîşandana nerazîbûnan û di berdewamkirina kar de xwe diparêzin.
Peymankarê wê pirojeyê, kompaniya “av û axa parse”, ku di heyama sala borî de çalakiyên xwe destpê kiriye.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, 50 kes ji endamên vê kompaniyayî yên li postên wekî karnas, karûbarên nivîsîngeh û îdareyî, ajotvan û kedkar yên xelkên bajarê Seqizê ne, ku ev 5 meh in, heqdesta xwe wernegirtine.
Ev kompaniya tevî bîmekirina kedkarên xwe, bi sedema dubarenekirina îtbarê ji aliyê wezareta rê û kêşeyên malî, tûşî neşiyana dana heqdestê bûye.
Serhedî, berpirsê vê pirojeyê, nebûna perê hewce bo dana heqdestê kedkaran bo nedana perê peymankar, ji aliyê berpirsê kompaniyaya “avakirin û berfirehkirina bingehên veguhaztinê” (saxt û tusiê zîrbenahayê hemlûneqil) ku di bin destê wezareta rê de ne.
Di pêwendî digel vê girevgirtinê de, tevî girevgirtina seranserî ya tiromibîlên bar hilgir, yên li bajarên Îranê li roja yek ê Rezberê de, û du rojên borî yên kedkarên şaredariya Şadgan a girêdayî parêzgeha Xosiztanê ji bo nîşanda nerazîbûna xwe li hemberî nedan heqdesta 9 mehan de, li ber deriyê avahiya şaredariya vî bajarî dest avêtine bi girevê, û deriyê serekî yê vê şaredariyê daxistine.
Di mehên borî de jî, kedkarên bajarên wekî Abadan û Ehwazê jî li hemberî şarevaniya wan bajaran de civînên nerazîbûnê lidarxistine.