
Kurdistanmedia: Xwedîtrombêlên barhilgir yên Îranê ji bo bidestveanîna mafên xwe girev girtine.
Tevî zêdekirina ji %20 a heqdestê bar ji aliyê dewletê ve, lê xwedîtiromibîlên barhilgir di çendîn bajarên Îranê de girevgirtiyna xwe didomînin.
Li gora wan wêne û vîdyoyên ku di nûçegihaniyên navxweyî û torên civakî de belav bûne, şeva Şemî 5`ê Cozerdana 1397`an, şofer û xwedîtirombêlên barhilgir yên çendîn bajarên Kurdistana Rojhilat jî tevlî rêzên girevgirtina xwedîtiromêlên barhilgir bûne.
Li gora wan raporan, ajotvan û xwedîtirombêlên barhilgir yên bajarên weke, “Meşhed”, “Hemedan”, “Seqiz”, “Tebes”, “Esfrayin”, “Takistan”, “Bûşêhr”, “Birûcin”, “Kirmaşan”, “Dîwandere” … û hwd, ev şeş roj in ku li hemberî rejîmê de yekîtî û bihevrebûna xwe digel hemû ajotvan û xwedîtirombêlên barhilgir yên seranserê Îranê nîşan dane.
Xwedîtirombêlên barhilgir, derheqê zêdebûna heqdestê Komîsyona kompaniyayên baran, û herwisa têçû û giranbûna parçên Tirombêlan û komek din ji kêmasiyên xwe dest bi girevgirtinê kirine, û nerazîbûna xwe anîne ziman.
Herwisa çend kes ji şofêran di pêwendîgirtina digel kanala “Dengê Amerîka”yê re ragehandine ku, hindek kompanî ji sedî 50 a kirêya baran di cihê heqdestê komîsyonê ji bo xwe dibin, herwisa ragehandine ku nirxa cûta tekerên tirombêlên barhilgir di Îranê de, gihîştiye 7 milyon Tûmenî.