Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girevgirtina xelkê Îran û Kurdistan berfirehtir dibe

11:32 - 2 Adar 2020

Piştî belavbûna bilez a vîrûsa Koronayê di Îranê de û gihîştina vê nesaxiyê bo çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xelk bona xweparastin ji tûşbûna wî derdî, ji çûna bo ser kar û ji derkevtina ji malên xwe, xwe diparêzin.

Roja derbasbûyî me ragihand ku xelkê çendîn bajarên Îranê û bajarê Kirmanşan, Eywan, Abdanan, Mihabad, Parek ji bajarên Seqiz, Sine, Urmiye, Merîwanê di Rojhilatê Kurdistanê, bona xweparastin ji tûşbûna vîrûsa Koronayê biryar dane ku ji malên xwe dernekevin, Îro Duşemî, pareke din ji xelkê kurdistanê ji girevgirtinê zêde bûn.

Xelk baş dizane ku ev vîrûsa bêrehm hindî tê berfirehtir belav dibe û rejîm maka hemû nesaxî û derd û rojreşiyan jî li xema canê xelkê de nîne û amade nîne te`itîliyê rabigihîne.

Lewma xelkê kurdistanê dibe biryarê bidin û benda rejîmê nebin.

Pareke zaf ji pizîşkan, daxwaz kirine ku girevgirtina seranserî bi rê ve bibin û ji xelkê xwastine ji malên xwe dernekevin.