
Kurdistanmedia: Rewşa girtîgehên rejîma Îranê di barê hewcehiyan de, nemaze hewcehiyên tendirûstiyê,di rewşeke xirab de ne, û girtîgehên rejîm di Kurdistanê de li rewşên herî xirab hene.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, girtiyên bajarê Seqizê di rewşeke herî xirab de cezayên xwe derbaz dikin, û nebûna tiştên xwarinê di girtîgeha wî bajarê de, heya astekê ye ku bi awayê tewav, bandoreke xirab li ser cismê girtiyan danye.
Di vê raporê de hatiye, bi sedema zêdebûna hejamra girtiyan, cihê man û razanê bo girtiyan gellek tenge, û bi awayekê ye ku, girtî neçarin li ber deriyên destav û hemaman razên.
Li gorî dawî amaran, li girtîgeha bajarê Seqizê, nêzî 150 kes girtî hene ku, ji aliyê hêzên rejîmê ve, bi awayekê xirab azar didin.
Serdozgerê rejîm yê di wî bajarî de, bi pêşîgirtin li dana murexesî bo girtiyan, bi wî awayî azar û ezyeta girtî û malbatên wan didin, û di rojên destpêka sala nû de, di nav girtîgeha bajarê Seqizê li dijî serdozger û berpirsê girtîgehê, silogan hatibûn qîrandin û di encamê de jî, di navbera girtiyan û hêzên rejîmê de, alozî derketbû, her bi wê sedemê jî, çend kes li girtiyên wî bajarî bo girtîgeha bajarê Kirmaşanê veguhastine.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, tekez kir, serdozgerê bajar Seqizê çav li ser wan cinayetê xwe girtiye ku, ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê yên derheq girtiyan de tên encam dan.