Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hat hakkirin

11:19 - 8 Şibat 2022

Girûpek sayberî ku di bin navê “Idaletê Elî” de çalakiyên hekkirnê dike û navendên rejîma Îranê dike armanc, di çalakiyek nû de dîsan kamêrayên girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê kirine bi armanc û dest bi ser arşîva girtîgehê de girtine.

Grûpa sayberî ya “Idaleta Elî” ji Radiyo Ferda û BBC Farsî re ragihandiye ku wan beşek ji sîstemên girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hak kirine û belgeyên sûçên 1846 girtiyan jî eşkere kirine.

Herwisa girûpa sayberî a “Idaleta Elî” di meha Gelawêja îsal de jî, di hakkirina kamerayên girtîgehên rejîma Îranê de, karîbû hin dîmenên, îşkence û bêrêzkirina derheq girtiyan, lêxistin girtiyan û herwisa bi qaçaxîbirina madeyên siker bo nav girtîgehê bi dest xistibûn.

Her di vê peywndiyê de, girûpa “Idaleta Elî”,  di 13`ê Rêbendanê de jî, di çalakiyeke hekkirinê de karîbûn heft rûpel ji civîna “Biryargeha Sarûllah”ê ya rejîmê hek bike û belav bike.

Di wan belgeyan de berpisên rejîmê dibêjin civaka Îranê di nav teqîneke binî de ye û nerizayetiyên civakî di heyama yek sala borî de ji sedî 300 zêde kiriye .