Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtin û jêpirsîna ji milîsên ser bi Îranê di Îraqê de.

13:23 - 29 Hezîran 2020

Fermandê giştiye hêzên çekdare Îraqê got: girtin û jêpirsîna ji endamên Hizbullahê dê berdewam be.

Roja yêkşemiyê 28ê Hezîranê Yehya Resûl berdevkê fermandehiya giştiye hêzên çekdare Îraqê ragihand , endamên Ketaêbê hizbullahê ya girêdayî bi rejîma Îranê dê ji aliyê destgehên ewlehî û dadweriya Îraqê ve bikevne ber jêkolînê.

Ji tirsê vê pêla girtina milîsên girêdayî bi rejîma Îranê di nava Îraqê de ji aliyê Hikumeta Mistefa Kazimî ve, wan rojan piraniya fermande û karbidestên hêzên milîs yên çekdar, ji wan fermandên pile bilinde Ketaêbê Hizbullahê, ji Îraqê derketine revîne Demişq û Beyrût û Tehranê.

Yehya resûl got: dezgehên ewlehiya Îraqê îznê nadin ku ev milîsên ser bi Îranê, ewlehiya îraqê têk bidin û tevdaniyê çêkin.

Hêzên hewalbend a navnetewî bi serokatiya Amerîka pêşwazî ji vê helvêsta hikumeta Îraqê kir bi meqseda kurt kirina destê û tedexula rejîma Îranê di nava Îraqê de.

Hevdem dewleta Birîtaniya jî ragihand ku hebûna wan girûpên milîs yên girêdayî bi rejîma Îranê, dibe sedema çêkirina astengiyan bona pêşxistin û sermayeguzariya di Îraqê de.