Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek siyasî yê Belûç hate îdamkirin

18:00 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Saziya Mafê Mirovî a Îranê li “Norwêj”ê li derheq Îdamkirina “Cawîd Dêhqan Xuled” girtiyê siyasî yê Belûç, bertek nîşan daye û daxwaz ji civatgeha cîhanî kiriye ku li derheq îdamkirina girtiyên Belûç bertekan nîşan bidin.

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê li “Norwêj”ê ragihandiye, ku rêkevta 11ê Rêbendanê “Cawîd Dêhqan Xuled” girtiyê Belûç ku bi tohmeta siyasî û ewlehî bi îdamê hatibû cezadan li girtîgeha navendî li bajarê “Zahidan”ê hatiye îdamkirin.

“Mehmud Emîrî Muqedem” Berdevk û Birêveberê Saziya Mafê Mirovî ya Îranê li “Norwêj”ê , di vê derheqê de gotiye: “Cawîd Dêhqan Xuled bi bê dadgehîkirina dadperwerane û li jêr îşkence û îtirafa bi zorê, ji aliyê dadgeha Înqilabê ve bi îdamê hatibû cezadan û îdama wî karestaek e ku berpirsên rejîmê û bi taybet Elî Xamineyî û Îbrahîm Reîsî dibe bersivder bin.

“Cawîd Dêhqan Xuled” bi tohmeta “dijayetî ji rêya hilgirtina çek û êrîşkirin li ser endamên Spaha Pasdaran û endambûn û hevkarîkirin digel yek ji girûpên dijberê rejîmê yên wekî Ceyşûlledil û Ceyşûllnesir” hatibû cezadan.

Eva di halekê de ye ku çavkaniyên agehdar, bi Saziyên Mafê Mirovî yên Îranê re ragihandibû, ku navbirî bi bê çek hatibû binçavkirin û ew tohmete bi wergirtina îtirafa bi zorê û li jêr îşkencê de bi ser wî de hatibû sepandin.

Navbirî sala 1394an hatibû binçavkirin û nêzî 2 mehan di odeya takekesî de li jêr îşkencê de bûye û ku li jêr îşkence û îtirafa bi zorê de neçar maye li dijî xwe biaxive.

Pêka amarên ku Navendên Mafê Mirovî belav kirine, di heyama 5 heftiyên derbasbûyî de 21 kesên Belûç li bajarên “Meşhed, Îsfehan û Zahîdan”ê hatine îdamkirin ku 5 kes ji wan bi tohmetên siyasî û ewlehî hatibûne cezadan.