Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekê Kurd ji girtîgeha Kirmanê hate azadkirin

13:13 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Duşemî 21`ê Pûşperê “Emîr Peyxamî” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê “Şino”yê piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha bajarê Kirmanê hate azadkirin.

“Emîr Peyxamî” sala 1396`an a Rojî, hi aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û piştî heyamekê ji aliyê dadgeha Nizamî ya bajarê Urmiyê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel partiyek Kurdî ya dijberê rejîma Îranê” bi 4 sal girtîgehê hatibû cezadan.

Herwisa roja 25`ê Rêbendana sala 1396`an a Rojî bo girtîgeha bajarê “Kirman”ê hatibû dûrxistin û di girtîgeha wî bajarî de bi sedema nebaşbûna reftarên karbidestên girtîgehê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.