Girtiyekî Kurd bi hegera jênepirsîna pizişkî, û bi sedema xiab bûna Gurçikên xwe, li girtîgeha bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Roja 15ê Çirriya paşîn a 2021, girtiyê Kurd yê bi navê Fellah Paşayî kurê Fireydûn, xelkê gundê Sakan li herêma Somayê girêdayî bi Urmiyê, bi sedema êş û nesaxiya Gurçikan, li girtîgeha Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Fellah Paşayî Biraziyê Şehîdan Niho, Fîroz û Riza Paşayî bû, ji malbatekî welatparêz û şorişvan bû, ku malbata wan bi berdewamî ji aliyê herduk rejîmên Pehlewî û Îslamî ve kevtiye ber givaşê.
Ew girtiyê Kurd ku bo heyamê 27 salan bû di hepsê de bû, bi hegera ewê ku li ber rewşa xirabe nava girtîgehê tûşî çendîn nesaxiyan bibû û Gurçikên wî xirab bibûn, zêdebarî ewê ku çendîn caran daxwaz kiribû ku hewcehî bi serdana duktor û pizişkan heye bo tedawiyê, lê deshilatdarên cinayetkare wê zîndanê guh nedanê heya ku aqibet canê xwe ji dest da.
Fellah Paşayî ku hikmê 51 sal girtinê bi serde hatibû sepandin, kêşana pitir ji 20 sal ji hikmê xwe di îşkencegehên rejîma cinayetkare komara Îslamîde, canê xwe ji dest da.