Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Belûç ji aliyê rejîmê ve hate sêdare danê

11:39 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Hepsiyekî Belûç di girtîgeha bajarê Zahidanê, ji aliyê rejîma mirov kuj ve  hate sêdare danê.

Roja Çwarşemî 20`ê Kanûna Paşîn a 2021an, girtiyekî Belûç bi navê Yûnis Xanşînî kurê Ebdulxenî, xelkê “Waş” di girtîgeha Zahidanê de ji aliyê celladên rejîma Îslamî ve hate îdam kirin.

Ew girtiyê Belûç bo heyamê 8 salan bû ku bi sûçê kuştina bi zane bûn di hepsê de bû.

Kempeyna çalakvanên Belûç ragihandiye ku 8 sanan berî niha dezgehên ewlehiye rejîmê dosye bo Yûnis Xanşînî çêkirine û cezayê îdamê bi serde sepandine.

Maşîna kuştin û sêdareya rejîma Îranê berdewame li ser îdama Lawên netewên bê maf û bi taybetî Kurd û Belûç, bi awayekê ku di heyamê tenê mehekê de 16 hepsiyên Kurd û belûç hatine sêdare danê.

Di heyamê destpêka sala 1399an heya niha 236 kes di Îranê de hatine îdam kirin, ku 2 kes di nava wan de zarok bûne.

Îran gorî heşemeta xwe di warê îdamê ve di asta cîhanê de, rutba yekem heye.