Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd çû ber dilovaniya xwe

17:14 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Rehman Salihî, kesayetiyê nîştimanperwer û herwisa girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê, bi sedema nesaxiyî çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkefta 13`ê Reşemeha 1397`an, Rehman Salihî, girtiyê siyasî yê Kurd, û kesayetiyê nîştimanperwer yê xelkê bajarê Bokanê, bi sedema nesaxiyî li temenê 67 saliyî de, li nexweşxaneya bajarê Tevrê, çû ber dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî li sala 1370`î bi tawana beşdarîkirina li xwenîşanderên li dijî rejîma Îranê li bajarê Bokanê hatibû desteserkirin.

Navbirî bo heyama du sal û nîvan di girtîgehê de bûye û piştî bidawîhatina heyama girtîgehê ev  bo heyama salekê li cihê akincîbûnê hatibû dûrxistin, û herwisa bo heyama 5 salan jî, di bin çavdêriya dezgehên sîxorî yên rejîma Xomênî de bû.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.