Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên Îranê ên derveyî welat û nûçeyên rejîm ji bo berdana wan

16:09 - 4 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Nêzî bi 3 hezar û 500 Îranî di welatên cur ba cur ên cîhanê de ceza girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin û rejîma Îranê jî dibêje di salekê de yek li ser sê ji wan zîndaniyane azad dike.

Rejîma Îslamî a Îranê li asta balyozan û wezareta karûbarê derve û wezîrê derve, hewla xwe didin bo serbestkirina girtiyên hatinî mehkûmkirin di derveyî welat de.

Berpirsekî wezareta derve a rejîma Îranê ragehandiye: Niha nêzî bi 3500 Îramî di girtîgehên biyanî de ne.

Herwiha berpirsê han îlan kir: Em hemû hewla xwe didin bo girtiyên derve bûdce, wergêr, parêzer dabîn dikeyîn û bi tu cure harîkariyek derîx nakeyîn.

Rejîma Îslamî a Îranê di demekê de ku berdana girtiyên Îranê li derve bi erkê xwe dizane ku piraniya wan bi sûça madeyên hişber hatine girtin.

Kuwêyît 230 girtî, Îraq 190 girtî, Azerbayîcan 200 girtî, Japon 300 girtî û Tayîlend 170 girtî, pitirtirîn rêjeya girtiyan li derveyî welat bi xwe ve girê dide.

Îdiaya yek li ser sê a berdana zîndaniyên Îranî li derveyî welat di heyamê yek sal de di demekê de ye ku rejîma Îranê li salên nevbera 2008 heta 2013’an de tenê karî 538 kes ji wan girtiyane biziwrîne welat, yanê har salê 89 kes azad kirine ku ligel hejmara yek li ser sê cudahiyeke zaf heye.

Yek li ser sê a hemû girtiyên derveyî welat nêzî bi 700 kes ragehandin e.

Madeyên sirker û çûna jorê a bi nayasayî ji girîngtirîn sedemên girtina Îraniyan ne û mehkûmbûn bi zîndan li derveyî welat dibin.
Rejîma Îslamî a Îranê di hundir û derveyî welat di hewla bilavkirin û guherîna medayên hişber de ye û ji hamû hêza xwe ve piştîwaniya bandên taybet bi madayên hişber dike.

Di salên borî de çendîn jin û xwendekarên Îranî ku li welatê Malizî bi sûça madeyên nakotîk hatibûne girtin, ji aliyê dozgeriya wî welatî ve ceza darde kirinê bi ser wan de hat sepandin ku ewan jî ji piştîwaniya rejîma Îranê bêpar bûn.