Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa Cîhada Îslamî spasiya Xamineyî û Spaha Quds kir

11:57 - 23 Gulan 2021

Sekreterê girûpa Cîhada Îslamî, “Ziyad El-Nexale” spasiya “Elî Xaminey” û Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst kir, ku li şerê digel Îsraîlê de piştewanî ji wan kirine û li birêvebirîna şer digel Îsraîlê de hevkariya wê girûpê kirine.

Girûpa terorîstî ya Cîhada Îslamî ku yek ji girûpên girêdayê rejîma Îranê ye îtiraf kiriye, ku rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” û fermandeyê Spaha Quds Pasdar “Qa`anî” li şer digel Îsraîlê piştevaniya wan kirine û herwisa li birêvebirina şer de jî alîkarî bi wan re dane.

Alozî û fitneyên li Sûriye, Lubnan û Felestînê bi tewawî bi sedema destêwerdanên rejîma Îranê ne ku bi ti awayekî ji wan welatan de aramî û asayiş hebe ku bikare ji wan aloziyan de siyasetên xwe yên çewt û terorîstî li dijî morovahiyê bi rê ve bibe.

Herwisa “Ziyad El-Nexale” li nameya spasiya xwe bo rêberê rejîmê Îranê nivîsiye: “Dost û hevalên Silêmanî (Qasim Silêmanî) bi taybet Îsmaîl Qa`anî û alîkarîdanên wî, hertim li bîrîvebirin û fermandehiya wî şerî de dem bi dem digel me bûn û di rastî de, amadebûna wî li wî şerî de, bo me cihê bereket û qazaneceke zêde bû”.

Amadebûna Spaha Quds li şerê digel Îsraîlê dide xuya, ku rejîma Îranê bi ti awayekî îznê nade ku pirsgrêkên di navbera Îsraîl û Felestînê de çareser bibin û heta rejîma Îranê li ser desthilatê bimîne, Rojhilata Navîn rengê aramî û asayîşê li xwe nagire.