
Kurdistanmedia: Girûpa “FATF” roja Înê 19-ê Cotmehê, tevî eyankirina vê yekê ku herçiqas heta niha piraniya pirsên pêywendîdar bi sozên Îranê çaresernekirî mane, helavîstina Îranê ji pêrista reş a vê girûpê bo 4 mehên din paş êxist.
Ev navenda navnetewî li dijî spîkirina dirav û dabînkirina darayiya terorîzmê li daxuyaniya daviya rûniştina xwe de ragehand, Îran heta daviya meha Şibatê derfet heye ku di warê han de biryarê bide, ku kanê wê li gel urfên navnetewî xwe rêk bêxe, yan jî wê li hember encamên wê be.
Hta 2 salan beriya niha, navê Îranê li ber kêlega Korêya Bakur, li pêrista reş a “FATF” bû, lê piştî vê ku Îran tevî 6 welatên bihêz ên cîhanê karîn bigehne rêkevtinnama “BERCAM”ê, û qebûlkirina zaf sozên pabendbûnê ji aliyê Îranê ve, zêrevanî û kiryarên vê girûpê anku “FATF” bi avayekî demkî hate helavîstin.
Di encamê de vê rêkxistinê li meha Hezîrana 2018-an di raporta xwe de, bas ji alîkarînekirina Îranê li derbarê sozên xwe yên dayî de kir, û rexne li Îranê girtin.
Vê rêkxistinê li daxuyaniya xwe ya roja Înê de tekezî li ser vê yekê kiriye ku, me çavnihêrî li Îranê heye ku bi lez ji bona aştiyê pêngavên hewce bihavêje.