Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa govend a Dîlan, li festivala cîhanî di welatê Îspaniyayê de beşdar bû

11:41 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Girûpa govenda Şêxanî ya bi navê Dîlan, bo Festîvaleke Navnetewî hate gazîkirin û ev festîvale di welatê Îspaniyayê de birêvediçe.

Roja Dûşemiyê 11`ê Sermawezê, girûpa govenda Şêxan, ya bi navê Dîlan, Ji Bajarê Urmiyê ve, beşdarî li Festîvala Navnetewî ya Granfîsta di welatê Îspaniyayê de kir.

Girûpa Dîlan bi awayekî fermî bo vê Festîvalê hatibû gazîkirin.

Fistîvala Giranfîsta li bajarê Barsêlonayê a ser bi  Îspaniyayê de birêve diçe, ku festîvaleke bona nîşandana Çand û edetên Netewan di cîhanê de û ev festîvalanane salê carekê birêvediçe.

Girûpa govenda Dîlan şeva derbasbûyî li 2 parên cuda de bona nîşandana çendîn curên govend û dîlana Kurdî li curên Şêxanî, li ser sinê amide bûn, û bi govend û kinc û nîşanên xwe yên Kurdî bûne cihê balkêşana birêveber û beşdarên Festîvalê.

Girûpa Dîlan ji aliyê komek xortên Kurd ve di bajarê Urmiyê de hatiye avakirin, heta niha bi kincên xwe yên Kurdî û axabanî û dehan cur ji govendên Şêxanî, di çendîn Festîvalên cîhanî de beşdarî kiriye û hemû carê jî serkevtin û pileya baş bi dest xistine.