Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa govend a Dîlan, xelata xwe pêşkêşî netewa Kurd kir

10:28 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Girûpa govend a Şêxanî ya bi navê Dîlan, xelata xwe ya bidestxistî di festîvala Îspaniyayê de, pêşkêşî netewa Kurd kir.

Roja Duşemî 11`ê Sermawezê, girûpa govend a Şêxanî ya bi navê Dîlan, wekî yekem girûp ji Kurdistanê, ku bi awayekî fermî bo festîvala Giranfîst a li Barselonaya Îspaniyayê hatibû gazîkirin beşdarî kir, û karî pileya 2`emîn bi dest bîne.

Wî girûpê di dema vergirtina xelatê de, Şehab Mûsayî serperestê girûpa Dîlan bi navê hemû endamên girûpê axivî û xelata xwe pêşkêşî hemû gelê Kurd kir.

Girûpa govend a Dîlan di nava 33 girûpan de piştî girûpa welatê Rûsiyê, karî pila 2`emîn ya vê Festîvalê bidest ve bîne.

Levra serkevtina girûpa Dîlan a xortên Kurd ji Urmiyê ve, bû cihê keyfxweşiya hemû Kurdekê û nûçeya vê serkevtinê, şeva derbasbûyî li ser torên civakî, dengwedaneke mezin hebû.

Girûpa govend a Dîlan di du parên cuda de bona nîşandana çendîn curên govend û dîlana Kurdî li curên Şêxanî, li ser sinê amade bûn.

Girûpa Dîlan Sala 1395`an ji aliyê komek ji xortên Kurd ve di bajarê Urmiyê de hatiye avakirin, heta niha bi kincên xwe yên Kurdî û axabanî û dehan cur ji govendên Şêxanî, di çendîn Festîvalên cîhanî de beşdarî kiriye û hemû carê jî serkevtin û pileya baş bi dest xistine.