Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Girûpa Mirin” bi biryara Xamineyî çalakvanên Îraqê direvînin

16:28 - 5 Çirriya paşîn 2021

Bi biryara rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Eli Xamineyî” milîsên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de girûpeke a mirinê ava kirine û dest bi girtin, revandin û kuştina çalakvanên Îraqê di deverên cuda ên Îraqê de kirine.

Wê girûpa terorîstî tirs xistiye nav çalakvanan û bûye sedema vê yekê ku wan kesan dest ji welatê xwe berdin û ber bi welatên biyanî ve herin.

Kesek ê bi navê “Îsmaîl Musebbêh El-Waîlî” ku birayê parêzgarê berê yê “Besrê” bû, bi dest wê girûpê hate kuştin û malbata wî gotine ku agehdar in ku kurê wan bi destê kesekî ê bi naê “Hemze El-Eydanî” hatiye kuştin.

Tevî vê yekî ku “Hemze El-Eydanî” nehate binçavkirinê, belkî di dema dadgehê de gotibû: “Ez tawanbar nînin li ber vê yekê ku min ew kar bi biryara Elî Xamineyî kiriye û ji karê xwe jî poşman nînim”.

Çalakiyên “Girûpa Mirin” li Îraqê di halekê de ye ku, berê Serokwezîrê Îraqê “Mistefa Kazimî” gotibû: “Me endamên “Girûpa Mirin” di besrê de binçav kirine”.