
Kurdistanmedia: Girûpa Navneteweyî ya Kirîzan ragehandiye ku di sala 2019`an de renge di Îranê de şer biqewime.
Girûpa Navneteweyî ya Kirîzan ragehandiye ku rewşa aboriya Îranê nebaş e, û bixwe jî gellek destêwerdanan dike di nava karûbarên welatên cîran de, lewra renge ew gefên wê bibin sedema rûdana şer di navçeyê de.
Girûpa Navneteweyî ya Kirîzan ku navenda wê di bajarê Waşingtonê de ye roja Înê raporek belav kir di bin serxetê “Deh şer û pevçûn, ku di sala 2019`an de, dibe me hajê hebe”. Niha “Rabirt Malî” ku serokê vê girûpê ye, di serdema serokatiya Obama de, hevkarê taybet ê navbirî, û hevahengkerê Koşka Spî derheq Rojhilata Navîn bû.
Navbirî ragehandiye ku di sala 2019`an de bi awayê rasterast yan nerasterast hinek metirsiyên şer hene, ku renge li Amerîka, Erebistan, Îsraîl û Îranê de be.
Li gora vê raportê Amerîka û Îsraîl û Erebistan ser vê baweriyê ne ku Tehran gefek e li ser herêmê û dibe pêşiya zêdexwaziyên wê bêne girtin.
Li gora lêkolîna Girûpa Navneteweyî ya Kirîzan digel zexta aborî ya li encama tehrîman de pêk tê, wê dengê tundrevan bilind be, û ewê hewl bidin ku Ruhanî vêd bidin û wê Xamineyî jî helwesteke tundtir hebe.
Herwisa piştevaniya zêdetir ji milîşên Şî`e li dijî Amerîkayiyan di herêmê de wê bibe sedema wê ku Amerîka helwesteke tund li dijîrejîma Îranê bigre pêş.
Girûpa Navneteweyî ya Kirîzan di dawiyê de radigehîne, ku nabe em metirsiya pevçûneke tesadufî di Yemen, Kendaw, Sûriye û Îraqê de jî ji bîr bikin.