Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa Taliban giha 17 KM paytexta Efxanistanê

13:11 - 14 Tebax 2021

Girûpa Taliban her roj dest bi ser çendîn cihên hestiyar ên Efxanistanê de digre û bi girtina wilayeta “Loger” giha 17 KM bajarê “Kabul”a paytexta Efxanistanê.

Ev yeka bo hêzên Amerîkayê metirsîdar e û her lewma Wezareta Berevaniya Amerîkayê daye zanîn, ew dê heta dawiya wê hefteyê 3 hezar hêzê bişînine Kabulê.

Pêka nûçeya ku “BBC”ê belav kiriye, yekemîn girûp ji hêzên Amerîkayê gihane “Kabul”a paytexta Efxanistanê.

Amerîka dixwaze rojane hezar hêzên xwe li Kabulê derxîne.

Pêka nûçeya “BBC”ê, Balyozxaneya Amerîkayê di Efxanistanê de ji personelên xwe xwastiye ku tev belge û alavên hestiyar ji nav bibin.

Çend roj berî niha berpirsek payebilind ê Saziya Ewlehiya Amerîkayê “CIN”ê di hevpeyvînek digel “Ruytirz”ê de pişbînî kiribû ku “Taliban dê nêzî mehek din bajarê Kabulê dorpêç û nêzî sê mehên din dê bi yekcarî kontirol bike”.

Talibanê roja Înê daye zanîn ku dest bi ser çar wilayetên “Herat, Badxeys, Hêlmend û Qendehar”ê de girtiye.

Di hefteya derbasbûyî de navendên 15 wilayetan kevtine destê Talibanê û ew bi awayekî lezgîn pêşrewiyê dikin û her berdewam e. Talibanê heta niha 2/3 Efxanistan kontirol kiriye.

Talibanê wilayeta “Orûzgan”ê bi bê pevçûn kontirol kir û Talibanê daye zanîn dest bi ser tev avahiyên wê wilayetê de girtiye.

Saziya Netewên Yekgirtî gotiye, “di şeş mehên destpêka sala Mîladî de, 5,183 kes ji xelkên sivîl di Efxanistanê de hatine kuştin û birîndarkirin.

Talibanê jî roja pêncşemî di daxuyaniyekê de kuştina xelkê sivîl ret kiribû û daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî kiribû ku digel tîma lêkolînê di vê derheqê de hevkariyê bike.

Talibanê ji meha “Avriyel”ê ve piştî vê ku Amerîkayê û welatên hevpeyman dane zanîn dê hêzên xwe li Efxanistanê bikişînin, operasiyona destbiserdagirtina bajarên Efxanistanê dest pê kir û her roj devereke Efxanistanê dixe di bin desthlata xwe de.