Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpeke terorîstî ya girêdaiy rejîma Îranê hate jinav birin

12:20 - 26 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Girûpeke terorîstî ku ji aliyê rejîma Îranê piştevanî jê dihate kirin ji nav çû.

 Li gorî raporên ku medyayên girêdaiy Îsra`îlê belavkirine, girûpa terorîstî ya bi navê “Siraya El-Cihad” ku tayeke li girûpa terorîstî ya Heşda Şe`bî û ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê tê piştevanîkirin li Komara “Chad” hate jinav birin.

Li gorî raporên medyayên Îsra`îlê, Elî Perhûn endamê hêza Qudsa Spaha Pasdaran a terorîst, wezîfeya gihandina piştevaniyên malî û leşkerî bo vê girûpa terorîstî, li Aferîkayê bi stû bûye.

Hin wêne û kurte vîdyoyên ku hatine weşandin nîşan didin ku, Elî Perhûn ser bi yekîneya 400 a hêza Quds a Sapaha Pasdaran a terorîst li derve çalakiyan encam dide.

Kanala “I24NEWS” a televîzyoniya neteweyî ya Îsra`îlê di raporeke xwe de daye eşkerekirin ku, “Michel Djotodia” 150 hezar Dolar pere ji rayedarên rejîma Îranê vergirtiye, û wezîfeya wî pêk anîna hêz û çekdarkirina van bo êrîşkirina li ser binke û navendên welatên Rojavayê yên li Aferîkayê bûye.

Pêka vê raporê, “Mîşêl” bo encam dana êrîşên terorîstî li dijî binke û navendên welatên Rojavayî yên li çar welatên Aferîkayê hatibû erkdar kirin.

Îsma`îl Mihemed Caya, serokê demkî yê vê girûpa terorîstî ku hatiye desteserkirin eşkerekiriye ku, rayedarên rejîma Îranê ji “Mîşêl” xwastine da ku, bo rejîma Îranê, milîşan perwerde bike û li hemberî vê daxwazêkariyê de jî, rejîma Îranê çek û pere bo navbirî şandine.

 Hejmarek ji endamên vê girûpa terorîstî çekdarên Srîlankayê bûne.

Digel desteserkirina endam û desteya navendî yên vê girûpa terorîstî, 250 hezar Dolar pere jî dest biser de hatiye girtin.

“Donald Tramp”, serkomarê Amerîkayê li 19`ê Xakelêweyê saziya Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê di biryarekê de bi awayê fermî xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî de.