Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpekî “Selefî” li Kurdistanê derheq bernameya “TISHK TV”yê bertek nîşan da

16:37 - 28 Çirriya paşîn 2020

Li bernameya “Diyarê Zagiros” ku li TISHK TVyê belav dibe, bas ji vê yeke hatiye kirin ku rejîma Îranê piştevaniyê li girûpên terorîstî li Rojhilatê Kurdistan û bi taybetî li parêzgeha Kirmaşanê li hewlê de ye ku şûnasa netewa Kurd reş bike.

Piştî belavbûna wê bernameyê, malperek ku ser bi yek ji meşên Selefî ye belav kiriye û bertek nîşan daye û nivîsiye ku ew civîne tiştekî dûr ji rastiyê bûye û çewtekarî li dîrokê kiriye.

Di vê nivîsê de hewl dane ku bi îşare bi dîroka dûr û dirêj a Îslamiya siyasî, binemayên bîra netewî lawaz bikin û bas ji vê yekê dikin ku tundajoyî û miyanerewî li hemû meşek û bi taybet li Îslama siyasî de jî asayî ye‌.

Piştre li ser xebata PDKÎ nivîsîne: Şêwaza deselatdariya wê Partiyê dibe zulim û gendelî, wek Partiyên, Parta Demokrat a Kurdistan, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan, û hizbên din".

Eva ku rohn û eşkere ye PDKÎ di berneme û esasnameye xwe de bi rohnî bas ji vê yekê dike ku rêz li hemû olekê digre û rêz li hemû bîr û bawereke olî digre û di pêşeroja hikûmetê li Kurdistanê de li bûdceya Herêma Kurdistanê, dê bûdceyê bo wan diyarî dikin, lê hewce ye dîn li deshilata hikûmet bê cudakirin‌.