
Wezareta Hundir a welatê “Behrên”ê ragihandiye ku girûpekî terorîstî ya rejîma Îslamî ya Îranê di welatê “Behrêyn”ê de ku pîlanên dariştî yên terorîstî di wî welatî de hebûn ji nav birine.
Roja Yekşemî, 20 Îlonê, Wezareta Hundir a welatê “Behrêyn”ê ragihandiye, ku pîlanekî mezin ya terorîstî ya Spaha Pasdaran di wî welatî te eşkere û ji nav biriye, ew girûpa terorîstî ya Spaha Pasdaran a terorîst bi navê “Gurûhana Qasim Silêmanî” hatibû rêkxistinkirinê ku tevî dariştina pîlanan bona terorkirina hejmarek ji kesayetiyên wî welatî, armanca teqandina damezraweyên giştî û ewlehiyê di welatê “Behrêyn”ê de hebûne.
Pêka rapoerên belavbûyî ew girûp ji 18 kesan pêkhatibû ku, 9 kes ji wan revîne Îranê û yên din hatine binçavkirin.
Herwisa Wezîrê Hundir yê “Behrêyn”ê, “Xalid bin Ehmed Alê Xelîfe”, gotiye: “Behrêyn di rewşa ewlehî û aboriyekê de ye ku her paremanek dê paşhatên mezin bo me li pey xwe ve bîne”.
Yek ji wan terorîstên binçavkirî, îtiraf kiriye ku di binkeyên “Hizbullah”ê di Îraqê de perwerdeya leşkerî dîtiye.
Rejîma Îranê dosyeyekî reş di terorîzmê de heye û tedaxul di welatên dinê de, afirandina fitne û terorkirin ji binyatên negor yên nasnameya rejîma Îslamî ya Îranê ne.