Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên çekdar dixwazin demografiya Efrînê biguherin

12:03 - 17 Nîsan 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, girûpên çekdar ên tundajo yên ser bi Tirkiyê bi zext û givaşan dixwazin Kurdên Efrîna ser bi Rojavayê Kurdistanê neçar bikin ku zeviyên xwe bifiroşin û kesên ku vê yekê jî red dikin dest bi ser zeviyên wan de digrin.

Pêka nûçeya ku malpera “RÛDAW”ê belav kiriye wiha daye zanîn, kesek bi navê Mihemed Casim ku wek Ebo Emşe tê naskirin û fermandarê girûpa Sultan Silêman e û hêzên wê girûpê li bajaroka Şiyê bicih bûne, li jêr gefên çekdarî givaşê dixine ser Kurdan ku rûniştvanên resen ên herêmê ne bo ku zeviyên xwe bifiroşin û neçar dikin belgeyên firotina zeviyan wajo bikin.

Wê malperê daye zanîn ku, roja 11ê Nîsana 2021, Ebo Emşe gef li 7 hevwelatiyên Kurd ên xelkê gundê Qermetleq xwariye ku dest bi ser zeviyên wan de bigire. Ew zevî jî dikevin ser rêya sereke ya gund li nêzikî binkeya tendirustî li wê bajarokê.

Lê Ebo Emşe ji ber ku hevwelatiyan, ew yek red kirin û belge îmze nekirin, bi rêya şaredariyê nivîsa destbisergitina zeviyan nîşanî wan da û hemwelatî neçar kirin ku girêbesta firotinê îmze bikin.

Girûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê, ji aliyê rêxistinên xêrxwazî yên nêzî Îxwanî Muslimîn ve alîkariyên darayî yên mezin werdigirin ji bo kirîna zeviyên hevwelatiyên Kurd li Efrînê û ew dixwazin proseya Erebkirina wê herêmê berdewam bikin û 4000 heta 5000 Ereb û Tirkmen li ji navçeyên din bo Efrînê hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya girûpên çekdarên ên tondajo yên ser bi opozisyona Sûriyê, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê kirin ku Efrîn wê demê di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrîşê, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar.

Di encama êrîşên giran de bi hezaran xelkê Kurdan mal û warên xwe bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.