Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê di çar welat de şerê Îsraîlê dikin

12:40 - 2 Gulan 2021

Gotarek di bin navê “Çawa girûpên çekdar ên ser bi Îranê di çar welatan de gef in li ser Îsraîlê” ji aliyê “Paul Iddon” ve li Kovara “Forbes” a Amerîkayê de hate weşan.

Wî nivîsiye: Hekî şerek di navbera Îran û Îsraîlê de biqewime, vê diçe Îsraîl ji aliyê girûpên çekdar ên ser bi Îranê di çar welatên deverê de rû bi rû bibe.

Pêka vê nivîsê, rejîma Îranê, hevpeyman û girûpên girêdayê bi xwe bi awayek berfireh bi mûşekên balistîk û balafirên bê pîlot çekdar kiriye û girûpên ser bi rejîma Îranê sebebkarê aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn in.

Pêka gotina karnsanên leşkerî, Spaha Quds a terorîst heta niha 200 hezar çekdar di tev Rojhilata Navîn de çekdar û rêkxistî ye.

Ew welatên ku wê “Paul Iddon” di kovarê de îşare pê kiriye, Lubnan, Sûriye Îraq û Yemen in.

Li Lubnanê girûpa çekdar a Hizbullaha Lubnanê li sala 1982`an ji aliyê Spaha Pasdaran ve hate avakirin, Hizbullahê nêzî 18 salan di başûrê Lubnanê de digel Artêşa Îsraîlê şer kir û di encamê de sala 2000an paşekêşe kir.

Di niha de jî girûga Hizbullah xwediyê hezaran mûşekên dûr avêj e ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatiye terxankirin.

Li Sûriyê, Îsraîl bi berdewamî wan girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê kiriye bi armanc û di sala 2020an de zêdetir ji 500 carê ew kirine bi arman û her di nav wan êrîşan de Sûriyê bi 900 dijemûşekan bertek nîşan daye.

Di Îraqê de jî, ji sala 2018an ve Spaha Quds a terorîst hejmareke zêde ji mûşekên balistîk ên kurtmewda xistiye xizmeta girûpên ser bi xwe. Û ji sala 2019 ve çendîn caran Îsraîlê girûpên çekdar li Îraqê kiriye bi armanc.

“Paul Iddon” di nivîsa xwe de basa êrîşa girûpên çekdar li ser balafirxaneya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî kiriye.

Li Yemenê jî, Hûsiyên Yemenê çendîn caran bi balafirên bê pîlot û mûşekên pêşketî binkeyên Erebistanê kiriye bi armanc.

Berpirsên Îsraîlê berdewamî dane zanîn ku rejîma Îran piştevaniya girûpên çekdar ên li Yemen û Îraqê dike ku bikare mûşekên zîrek û balafiran çê bike ku Îsraîlê bikin bi armanc.

Di vê kovarê de hatiye ku ew hemû analîze, bîranîneke berçav a çawahiya şerê Îsraîl û Îranê ye, ku dikare bilez bibe bi bombeke mezin û biteqe û çendîn welatan mijûlê xwe bike.