
Kurdistanmedia: Fitwaderên Cîhadiye Sûriyê, dijî Neteweya Kurd, fermana cîhadê didin û êrişa bo ser Kurdistanê, bi helal dizanin.
“ Şêx Ebdul Rezaq Mehdî”, şerî`etzan û fitwaderê naskiriyê xelkê Sûriyê, fitwa bi dijî netweya Kurd daye û êriş kirin bo ser Rojavaya Kurdistanê bi rewa daye zanîn.
Piraniya girûpên terorîstî ên cîhadî ên ku di Sûriyê dene, bi taybet “ Tehrîr ul Şam”, “ Ensar ul Îslam”, “ Ensar ul Tewhîd”, fitwaya ji wî tûndajoyî werdigrin û girîngîyê didne fikrên şerî`etiyên wî.
Ew fitader li peyameke twiterî de nivîsiye:” Artêşa Tirkiyê dema çuna bo şer, kitêba Xwedê dixwînin”.
Li doma twîta wî dijî Kurdî de hatiye: Em dixebitin Bo îta`eta te û damezrandina şerî`eta te ey Xwedayê Alemê.
Fitwa dijî Kurd û cîhad bo komkujiya Kurdan li dîrokê dubare bûne û mînakên wan zafin mîna Fitwaya Xumêynî bi dijî Neteweya Kurd di Rojhilata Kurdistanê de.