Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girupên radîkal ên Îslamî di Kurdistanê de, ciwanên bo şerkirin di Îraq û Sûriyê de radikêşîne

20:11 - 5 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Bi fezayekî wekirî bo girupên radîkal ên meshebî ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, kesên ser bi girupên tondajo di bajarên Kurdistanê de, rojane ciwanên Kurd bo çûn nav wan girupane di welatên cîran de han didin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, kirêgirtiyên girupên radîkal ên Îslamî li bajarê Seqiz, Bokan, Bane û gundê Dizlê ya ser bi bajarê Sewlawa, bi mifah wergirtin ji fezayek ku ji aliyê rejîma Îranê ve bo wan hatiye gorê û mifahwerigirtin ji komek arîşe weke nebûna kar, cuda bûna hevjînan (Telaq) û pirsgirkên ku berika ciwanên Kurdistanê girtiye, rojane bi awayeke eşkere an nepenî çalakî dikin.

Li gor raporê kesek bi navê “M.E” naskirî bi Mela Mihemed Yekşev di riya minberên mizgewtê ve û bi birêvebirina merasimên olî û rênunî kirin û herwiha rêkevtin tevî wan sîxorane ku li cihên giştî ên bajar û cihên din ên Kurdistanê de hat û çûnê dikin, lawên bajarê Seqizê û Bokanê bo eniyên şerê girupên radîkal ên Îslamî û rêxistinên weke wan radikişînin.

Li gorî rapora Kurdistanmedia, kesekî din ji dest û pêwendiyên wan girupe radîkalane ku di asta bajarê Bokanê de bi navê Mela Mihemed Kose hatiye naskirin serbarê rakêşana ciwanên Kurd di deverê de, Kurdistan kirine cihê civînê û bargeha hejmarekî zaf ji olîxwanên Belûçistanê û hejmarek deverên din ên Îranê.

Di wê pêwendiyê de, keseên nenaskirî bi hevok bilavkirin û daxuyaniyên girupên radîkal di gundê Dizlê ya ser bi bajarê Sewlawa mijûlê birêvebirina çalakîkirin bo girupên xwe di gund de ne.

Ew mijare bûye cihê nigeraniya malbat û çalakên cur ba cur li varê çandî û wêjeyî û mafê mirovan, û niha gefek nû ye bo ciwanên Kurdistan û Kurd tê hesibandin ku bi balkişandin bi şiprziya civaka Kurdistanê ku berhema sê deheya rejîma Îslamî a Îranê ye, arîşe û xisaretên civakî weke diyardeyekî hestiyar, rewş ji bo jinavçûna normên civakî û buhagiraniyên neteweyî û nîştimanî xweş kiriye.