Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên terorîstî di tirafîka civînê digel nûnerê xwedê de ne

13:12 - 14 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Girûpên terorîstî bi berdewamî serdana Îranê dikin, û hey`etek ji girûpa Husiya terorîsta a Yemenê digel Xamineyî civîyan.

Roja Sêşemî 22`ê Gelawêjê, hey`etek ji girûpa Husiya terorîst a Yemenê, bi serperestiya Mihemed Ebdulselam, berdevkê wî girûpa terorîst di serdana Tehranê de, digel rêberê rejîmê Xamineyî civîn pêk anî.

Ebdulselam, nameyek ji aliyê berpirsê girûpa Husuiya terorîst ve bi Xaminweyî re spart û wilayeta narewa wilayeta feqêh a rejîma Îranê domkiriyê rêya Pêxemberê Îslamê da zanîn.

Herwisa navbirî ji girûpên dijî Amerîkayê spasî kir û cihê serbilindiya xwe zanî.

Xamineyî di peyamekê de bi girûpa Husiya terorîst re soza pîrozî da.

Navbirî got dibe aliyên Yemenê li ser arîşeyên di nav Yemenê de ji hev re bicivin, û eve di halekê de ye ku, rejîma Îranê bi awayekî berdewam di nav Yemenê de midaxile dike û rejîma Îranê astengiya herî mezin li ser rêya aştiya Yemenê ye.

Girûpa Husiya terorîst a Yemenê di sala 2014`an de li dijî dewleta yasayî a Yemenê şoreş kir û her di despêkê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate piştevanîkirin, rejîma Îranê bi berdewam li rêyên qaçax ve, pare, çek û teqemenî, balafirên bê pîlot û mûşekan ji girûpa Husiya terorîst ve dişîne.