Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên dezgehên ewlehî li ser mamostayan li parêzgeha Urmiyê gelek zêde bûne

11:56 - 3 Kanûna pêşîn 2021

Pîştî lidarxistina xwenîşandanên nerizayetî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rejîma Îranê di parêzega Urmiyê de gelek givaş xistine li ser mamastayan ku nekarin xwenîşandanên nerizayetî ên hevdem digel bajarên din bi rê ve bibin.

Pêka gotina mamostayan li Parêzgeha Urmiyê, berpirsên ewlehî û herwisa parastina îdareya Perwerde û Hînkariyê rewşeke ewlehî afirandine ku rêgirî li beşdaariya mamostayan û herwisa çalakiyên wan bikin, herwisa gelek berpirsên îdareya Perwerde û Hînkariyê bi awayê demkî têna danîn û hin caran mamostayan bi sedemên nexuya binçav dikin.

Wekî mînak berpirsê îdareya Perwerde û Hînkariya bajarê Pîranşarê, “Selam Pêşyariyan” bi sedemek nexuya li ser kar derxistine û binçav kirine û piştî heyamekê kesekî din ê bi navê “Zari`i” ku kesekî kîndar û xelkê bajarê “Nexedê” ye wekî berpirsê wî îdareyê anîne ser kar.

Herwisa li beşa parastina îdareya Perwerde û Hînkariya Pîranşarê jî kesek ê bi navê “Xakzad” ku li dijî Kurdan e, bo mamostayan dosyesaziyê kiriye.

Mamostayan li parêzgeha Urmiyê nekarîne kombûnan hevdem digel bajarên din li dar bixin lê hevdem digel mamostayên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  li ser torên civakî çalak bûne.