
Kurdistanmedia: 150 endamên Yekîtiya Ewropayê li dijî rêjîma Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Di hemberî karên terorîstiye rêjîma Îranê li welatê Ewropayî da, 150 nûnerên parlemana Yekîtiya Ewropayê, ji wan çar cêgirê serok û 14 serok komîsyonan û 9 wezîrên pêşîn ên welatên Ewropayî, li daxuyaniya xwe da daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kirine ku bi sedema destêwerdan û karên terorîstiye Îranê li Ewropayê dorpêçan bêxne ser Îranê.
Li daxuyaniya wan 150 parlementêrên Yekîtiya Ewropayê da hatiye ku, ji bilî tepeserî û binpêkariya mafê xelkê li navxweya Îranê, ev rêjîma bona xirabkarî û encamdana karê terorîstî, destê xwe digehine welatên Ewropayî jî.
Li vê daxuyaniyê da amaje bi cehda karê terorîstiye kesên girêdayî bi rêjîma Îranê li welatên Danmark û Firansê hatiye kirin.