Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên li ser Kêmaniyê Olî di Îranê de zêdetir dibi

12:40 - 21 Gulan 2020

Deftera Cita Olê Behayî di hember givaşa ser Behayî yan di Îranê de, bertek nîşanda.

Deftera Civata Behayî yan li Jinêvê, li derheq zêdetir bûna givaşên ser bavirmendên wî olî di Îranê de, dijkiryar nîşan da û ragihan zêdebarî hebûna nexweşiya Korona yê û dehan roj reşiyên dinê ku beroka xelkê Îranê girtiye, rejîm berdewam û bi avayê sîstematîk, givaşê dêxe ser Behayî yan û wan binçav dide û hikm bi ser wan de disepîne, û wan neçar dike ku welat berdin û biçin.

Diyan Elayî, nûneran civata Behayî yan di rêkxistina Netevên Yekbûyî li Jinêvê, got: rejîma Îranê bê sebeb Behayî yan destbiser dike û ceza bi ser wan de disepîne, û di heyamê nexweşiya Korona yê jî ku mirexesî dida zîndaniyê dinê, girtiyên Behayî ji mafê mirexesiyê bêpar kiribûn.

Diyan Elayî herwisa got: Bavirmendên Behayî di Îranê de, ten bi hegera Ol û Îmana xwe bi Behayî yetê, ji heçî mafekê têne bêparkirin,Behayî ji kar pêdana nava dem û dezgehên hikûmetî bêparin, ji mafê xwandina li Zankoyan bêparin, ji birêve birina merasimên Oliye xwe bêparin, di demekê de ku hemî xelkê Îranê bi hegera vê rejîmê ve di bin givaş û rojreşiyê dene, bê guman givaşa ser Behayî yan çend qat zêdetire.