
Rejîma Îranê di demên pir arîşe de, di cihê gihandina alîkariyan bo xelkê û pêregihîştina bê beranber, givaşê dixe ser wan ku hekî Diravê fîşên av, berq û gazê nedin, dê li ser wan de qut bike.
Şirketa Av û Avero ya bajarê “Nexede” ya girêdayê parêzgeha Urmiyê, bi hinartina komek ji fîşan, hişdarî daye xelkê ku, hekî Perê wan fîşan nedin, heya 5 rojên din, dê ava wan qut bikin.
Herwisa di parêzgeha Urmiyê de, berpirsên rejîma Îranê gefa qutkirina Av û Gazê ji xelkê xwarine û di hindek cihan de jî, wekî Îslam Abad, Elwac û Badikî de, Av û berqa xelkê qut kirine.
Li ser vê mijarê, çend rojan berî niha, îdareya Berq a parêzgeha “Îlam”ê, cehd kiribû ku berq a hindek ji deverên wê parêzgehê qut bike.
Ew cehdên rejîma Îranê di demekê deye ku rejîmê bixwe soz dabû, heya dawiya meha Banemer ê, derfeta dana qer yên bankî û fîş yên Av û berq û qazê, paş bixîne.
Ev karê çepele rejîma Îranê di demekê deye ku xelkê bixwe, ragihandine ku di rewşa pir arîşe de, kirê ya mal û dukanan ji xelkê kirênişîn wernagirin, lê rejîma Îranê, di hemberde, bi awayên corbecor, givaş xistiye ser xelkê û rewşa dijvare li ser xelkê girantir u dijwartir kiriye.