Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên Spaha Pasdarana terorîst bo ser xelkê berdewam in

13:38 - 20 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst a rejîmê, bi awayekî berdewam givaşan dixîne ser xelkê û gund û bajarên Kurdistanê awarte dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, binkeya Spaha Pasdarana terorîst, li gundê “Nêy” di  dema şevê de, li derdora gund bosyeyan  dadinê, ku her kes rastî vê bosyeyê bê, desteser dikin û radestî îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran dikin.

 Çavkaniyekê di vê derheqê de ragihandiye ku, kirêgirtiyên Spaha Pasdarana terorîst, ji tirsa hebûna pêşmergeyan di nav xelkê de û bi van hinceta ku xelkê alîkariyê dide pêşmergeyan, pêşî ji hatûçûnkirina xelkê bo derdora vî gundî digirin û her bi vê sebebê jî xev û ewlehî li xelkê hermandine.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku, pêwendî digel vê awartekirina deverên Kurdistanê, di heyama çend şevên derbazbûyî de, xortekî Kurd yê bi navê, Dilêr Fetahzade, kurê, Arf û xelkê wî gundî  desteserkirine û bo îdareya Spaha Pasdarana terorîst li bajarê Merîwanê veguhastine û piştî lêkolînkirinê, ev bo girtîgeha wî bajarî veguhastine.

Rejîma totalîter a komara Îslamî ya Îranê, li riya saziya Spaha Pasdarana terorîst, bi awayekî berdewam xelkê bêzarbûy dixîne bin givaşan û ciwanên mafxwaz yê Kurd derheq daxwazkariyên rewa û azadîxwaz yên xwe desteser dike û azar û îşkence dike.